top of page

Mazlûm Ebdî: Serok Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê rolek girîng lîstiye

Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî dibêje, Serok Mesûd Barzanî ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê rolek girîng lîstiye û dikare ji vir pê ve jî, zêdetir bike

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di hevpeyvîneê da bo Al Monîtorê aşkere kiriye; Serok Mesûd Barzanî ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê rolek girîng lîstiye û dikare ji vir pê ve jî, zêdetir bike.

Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî, di hevpeyvîneke digel Al Monîtor de, da xuyakirin, Serok Barzanî di proseyên berê de bo nêzîkirina aliyên siyasî roleke girîng û erênî lîstiye. Herwiha Ebdî da zanîn ew di wê baweriyê de, ku dixwazin û dikarin zêdetir ENKSê nêzîkî rêkeftinê bikin.

Di berdewamiyê jî da Ebdî got, ew dixwazin encamên hevdîtinê îsal bibîn in, ku yekem care li vê derê radighîne.

Mazlûm Ebdî her weha got, hemû alî amade ne û ew dê bo yekîtiya Rojavayê Kurdistanê di demeke herî nêzîk de rêkbixin. Da xuyakirin, gelek partiyên Rojavayê amade ne beşdarî bikin û hêvîdar e ENKS jî beşdariyê tê da bike.

BasNews

bottom of page