Li Idlibê 40 leşkerên Sûrî hatine kuştin
Li gor çapemeniya Rûsyeyê di encama êrîşa cîhadiyan bo ser artêşa Sûriyeyê li Îdlibê 40 leşkerên Sûrî hatine kuştin.
Çapemeniya Rûsyeyê daxuyaniya wezareta berevanî ya vê welatî weşandiye ku têde behsa êrîşê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di encama êrîşa cîhadiyan de bo ser artêşa Sûriyeyê li Îdlibê 40 leşker hatine kuştin 80 leşkerên din jî birîndar bûne.
Weke tê zanîn di 12ê mehê de Rûsye û Tirkiye bo Îdlibê dîsa agirbest ragihandibûn lêbelê agirbest ser negirt û şer û pevçûn dîsa li deverê destpê kir.
KTV