Grûpên çekdar bi alîkariya Tirkiyê li Serê Kaniyê û Girê Spî Ereban bicih dike
Grûpên çekdar bi piştgirî û alîkariya Tirkiyê, proseya veguhestina Ereban ji bo wan navçeyan bilez dikin, û herî dawiyê 1500 malbatên çekdarên opozsiyona Sûriyê li Serê Kaniyê bicih kirin.
Piştî ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi hikûmeta wî welatî, herdu navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê kontrol kirin, bi awayekî bilez kar li ser cîbicîkirina proseya erebkirina wan navçeyan kir.
Li gorî zanyariyên xwecihî ji Girê Spî û Serê Kaniyê, hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar, li wan navçeyan, bi mebesta encamdana guherîna demografîk, lezê di cîbicîkirina proseya erebkirin wan deveran de dikin.
Grûpên çekdar bi piştgirî, alîkarî û serpriştiya Hikûmeta Tirkiyê, proseya veguhestina Ereban ji bo wan navçeyan lezê dikin.
Herî dawî 1500 malbatên çekdarên opozsiyona Sûriyê, gihiştine Serê Kaniyê. Ew malbat li du taxên Kurdnişîn ên bi navên “Xerabat” û “Hewarnê” hatine niştecîkirin.
Hevserokê Encûmena Girê Spî Hemîd El-Ebid ragihand ku Serokomarê Tirkiyê gotibû ew dê li Serê Kaniyê û Girê Spî milyonek penaberên bicih bike.
Hemîd El-Ebid herwiha nîşan bi wê yekê da ku bêhtir ji 300 hezar welatî ji cih û warên xwe bi zorê hatine koçberkirin. Li gorî gotina Hemîd El-Ebid, tenê ji Girê Spî 65 hezar kes hatin koçberkirin.
Li gor zanyariyên taybet bi Rûdawê, amadekarî ji bo veguhestina beşekî din ji malbatên Ereb bo Serê Kaniyê tê kirin.
Ev yek di demekê de ye, ku grûpên çekdar û hêzên Tirkiyê rê nadin malbatên Kurd ji nişteciyên resen, vegerin ser mal û milkên xwe, hevdem gelek ji kesên ku vegeriyabûn tûşî kuştin, girtin û windakirinê bûn Beşek ji wan jî gelek pere ji wan hatin standin.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî dibêje ku wê rêkeftinek ligel Îtîlafa Opozisyonê îmze kiriye, ku xelkên biyanî û hawirdekirî, li herêmên Kurdan neyên niştecîkirin û rê ji bo vegera koçberên Kurd bê vekirin.
Lê heta niha, li gorî koçberên wan navçeyan, di praktîkê de, ti gaveke erênî û bisûd, di vî warî de, nehatiye avêtin.
RÛDAW