Berî 74 salan Komara Kurdistanê li Mahabadê hat damezirandin
Komara Kurdistanê, di 22'yê Çileya 1946'an de bi piştgiriya Yekîtiya Soviyetan hatibû damezirandin. Piştî nakokî û vekişîna Yekîtiya Soviyetan di 9'ê Gulana 1946'an de, di 27'ê Berçile 1946'an de Artêşa Îranê Mahabad dagir kir û dawî li Komara Mahabadê ya Kurdistanê anî.
Temenê Komara Kurdistanê tenê 11 meh bû, piştî vekişîna hêzên Sovyetê ji Îranê, artêşa wê demê ya Îranê êrişî Kurdistanê kir û Komara Kurdistanê jî hilweşiya.
3 meh piştî hilweşîna Komara Mahabadê, di 31'ê Adara 1947'an de Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Mihemed ligel hevalên li Qada Çarçirayê hatin darvekirin.
Qazî Mihemed di wesiyatnameya xwe de ji Kurdan re dibêje ku: “Ji hevdu re dijminatiyê nekin, hevdu biparêzin û ji hevdu re alîkar bin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heya ku karên xwe bi we bide kirin ji we re tehemul dike, piştre divê hûn bizanin ku ti bawerî bi we nayine û dilê wî bi we naşewite. Netewa Kurd jî, wek her miletekî ye û wek netewên din ti kêmanî tê de tune ye…”
K24
S. B