Li Riha û Îzmîrê 32 kes bi tometa PKKê hatin binçavkirin
Serdozgerê Komarê yê bajarê Îzmîrê operasyonek da zanîn, li dijî malên welatiyan hate destpêkirin û bi sedan mal ketin ber lêgerinê, di encamê de jî 25 welatî hatin binçavkirin.
Da zanîn jî, wan ev operasyon li dijî welatiyên ku propagandeya PKKê dikin, kirine.
Li bajarê Rihayê jî pişti ragihandina qedexeya 30 rojî ya çalakiyên sivîl, polîsan bi ser hejmarek malên welatiyan de girtin û di malan de lêgerîn kirin. Di encamê de 7 welatî bi bihaneya propagandeya terorê kirine hatin binçavkirin.
Lêgerîn 5 navçeyên bajarê Rihayê jî bi xwe ve girt. Leşker û polîsan jî derî û pencereyên malan şikandin û rasterast ketin hundir malan.
K24
S. B