top of page

Koşka Spî: Donald Trump bi Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih re dicive

Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, êd di çarçoveya Korbenda Davosê de cuda cuda bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Berham Salih re bicive.

Koşka Spî bernameya hevdîtinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên di çarçoveya Korbenda Davosê de eşkere kir û li gor bernameyê Trump dê ligel Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih jî hevdîtinan bike.

Li gor nûçeya Reutersê Koşka Spî bernameya hevdîtinên Serokê Amerîkayê ên di çarçoveya Korbenda Davosê de eşkere kir.

Li gor bernamyê Trump ji bilî Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih, biryar e ligel Seroka Swîsreyê Simonetta Sommaruga û Serokwezîrê Pakistanê Îmra Xan bicive.

Pêştir Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû,ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwandineke fermî beşdariyê di Korbenda Cîhanî ya Aboriyê ya Davosê de dike, ku rojên 21 heta 24ê vê mehê (Çile) di bîranîna 50 saliya damezrandina korbendê de birêve diçe û li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres û hejmarek ji serkirde û wezîr û berpirsên pilebilind ên welatan dicive.

Di Korbenda Davosê de dê di jêr navnîşana “Ji bo Cîhaneke Yekgirtî û Pêşkevtî ya Berdewam” de, gotûbêj li ser mijarên cîhanî yên taybet bi aborî, sitaset, asayiş û seqamgîriyê bê kirin.

RÛDAW

bottom of page