Îro duyemîn salvegera êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê ye
Îro salvegera duyemîn a êrişên Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye. 20 Çileya 2018ê êrişa asamanî û 21ê Çileyê jî êrîşa bejahî ya artêşa Tirkiyê û bi hezaran çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê bo ser Efrînê dest pê kir.
Piştî 58 rojan ji bombebaran, topbaran û şerê dijwar, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê dest danîn ser navenda bajarê Efrînê.
Yekser, grûpên çekdar dest bi dizî û talankirina bajêr kirin û paşê jî binpêkirinên wan li dijî xelkê herêmê dest pê kirin.
Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên cuda ji herêma Efrînê bi dest xistine, hin ncamên du salan ji destdanîna ser Efrînê ev in: “Nêzîkî 300.000 kes ji Efrînê hatin koçberkirin, hîn 150.000 ji wan li Şehbayê ne. 543 sivîl hatine kuştin, ji wan 54 kes li jêr îşkenceyê hatine kuştin. 670 sivîl birîndar bûne, ji wan 300 zarok in. 300 pîremêr û pîrejin bi tenê ne û bê dahat û alîkarî mane. 7 hezar û 227 kes hatine girtun û revandin, heta niha çarenivîsa 2112 kesan ne diyar e. Ji sedî 90 ji Kurdên Êzidî li jêr fişara grûpên tundrew ji Efrînê hatine koçberkirin. 18 Kurdên Êzidî li ser destê grûpên çekdar hatine kuştin, ji wan 5 zarok û 5 jin in. Bêhtirî 20.000 darzeytûn û bi hezaran darên merxê hatine birrîn. 100.000 Erebên hawirde ji encama şerê Idlibê nû gihane Efrînê. Ji sedî 80 ji nişteciyên Efrînê bûne Ereb û rêjeya Kurdan tenê ji edî 20 maye.”
Berî êrîşa Tirkiyê, li Efrînê rêjeya Kurdan ji sedî 92 û ya Ereban ji sedî 8 bûye.
Heta niha jî, binpêkirinên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li dijî nişteciyên resen ên herêma Çiyayê Kurmênc berdewam in. Rojane, dizî, talankirin, destdanîna ser mal û milkê xelkê, girtin û revandin bi cih û belge li dijî xelkê wê herêma rojavayê Kurdistanê tên encamdan.
RÛDAW