top of page

Parlementerekî kurd pêşniyarqanûnek bo destnîşankirina erkên hikûmeta demkî ya Iraqê amade kir

Endamekî kurd yê parlementoya Iraqê pêşniyarqanûnek bo wê qonaxa ku posta serokatiya hikûmetê vala ye, da serokatiya parlementoya Iraqê.

Parlementerê kurd û endamê firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê, Mihemed Şakir ji BasNewsê re got, min pêşniyarqanûnek amade kiriye bo wê qonaxa ku posta serokatiya hikûmetê vala ye da ku erkên hikûmeta demkî bên destnîşankirin.

Mihemed Şakir her wiha got, ji ber ku di Destûra Iraqê de ti bend û madeyek li ser wê qonaxê nîne. Ev jî dibe sebeba alozî û kêmasiyan. Min jî lazim dît tiştekî wisa bikim.

Wî parlementerê kurd da zanîn, wî ew pêşniyarqanûn daye serokatiya parlementoya Iraqê û got, dê piştî xilasbûna bêhnvedanê bikeve rojeva parlementoyê.

BasNews

bottom of page