Li Bexdayê hejmara xwepêşanderên kuştî û birîndar aşkera bû
Îro 20.01.2020ê çapemeniya Iraqê ragehand, hêzên ewlehiyê şeva borî bi quweta hêz bikaranînê û gazên rondikrêj ve xwepêşander li şeqama lez a Mihemed Qasim a navenda Bexdayê derxistine.
Herwaha hêzên ewlehiyê bi hêz bikaranînê û guleyên plastîk û gaza rondikrêjve dawî bi xwepêşandanên qadên Bexdayê anîne.
Ji ber bikaranîna tundiya dijî xwepêşanderên Bexdayê xwepêşandarekî jiyana xwe ji dest daye û 37 kesên din jî birîndar bûne.
Heftiya borî xwepêşanderên bajarê Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqarê moleta heftiyekî ji partî û aliyên Iraqê re dabû, ku heta roja 20.01.2020ê kesekî bo serokatiya hikûmetê diyar bikin. Eger na nerazîbûn û xwepêşandan dê berfireh bibin.
BasNews