Xwepêşanderan piraniya riyên sereke yên Bexdayê girtine
Piştî bidawîbûna moleta xwepêşanderan ji hikûmetê re, xwepêşander hatin ser kolanên Bexdayê, agir vêxistin û piraniya rê û pireyên sereke girtine.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, pêştir xwepêşanderan moleteke 3 rojî dabû hikûmetê û wek xwepêşander bi xwe dibêjin, ku hikûmet daxwazên wan bicih nekirine û moleta wan jî bidawî bû, ji ber wê çareke din derketin kolanan.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, niha riya Mihemed Qasim û pireya Nehze û çend rê û pireyên din hatine girtin.
Hêzên ewlehiyê bi bombeyên dengî û gaza rondikrêj hewl didin xwepêşanderan belav bikin û hêzeke mezin jî xistiye amadebaşiyê.
Li gor zanyariyan, heta niha ji ber kiryarên tundûtûjiyê, 14 xwepêşander birîndar bûne.
K24
S. B