Nêçîrvan Barzanî li gel Donald Tiramp dicive
Di dema pişikdarîkirina Nêçîrvan Barzanî di korbendê de, li gel Donald Tiramp, serokê Emerîka, Entonîyo Gotêrêz, sekiretêrê giştî yê Netewe yên Hevgirtî û hejmarek ji serkirde, wezîr û berpirsên welatan dicive. Di wan civînan de, pêşxistina peywendîyên Herêma Kurdistanê li gel civaka nêvdewletî, sîyaset û helwêsta Herêmê û veguhertina nerînan derbarê pirsên herêmî û cîhanî dihên gengeşekirin.
Di her di pişikdarî ya xwe de, Nêçîrvan Barzanî di rûniştineka korbenda Davosê bi navê (Rojhelata Navîn a Naaram) dê axive. Têde behsê lêkekevte yên alozîyên berdewamên Rojhelata Navîn dike ku bûye sedema tirs û nîgeranîyeka mezin a cîhanî û herêmî û ronahîyê dixe ser bandora sitratîcî ya kirîzên niha li ser aştî û akincîyê li Kendav, Îraq û Sûriyê.
K24