Hrant Dînk tê yadkirin: Ji bo hûn şerm bikin 13 sal ne kêm e
Bernameyê saet 13ê dest pê kir.
Bi xaniyê ku navenda Agosê lê ye paçikekê mezin hatiye daliqandin. Li ser paçikî “ji bo hûn şerm bikin ne dereng e hatiye nivîsîn.
Hevalê Hrant Dînkî ji beriya bernameyê Tahir Elçî û Cuneyt Cebenoyan yad kir. Elçî sala 2015ê nhatibû kuştin. Cebenoyan par di qezayeka trafîkê de miribû.
Ji bo Selahattîn Demirtaş û Osman Kavalayî slav hatin şandin.
"Dixtorê me em bi xwe ne"
Di bernameya yadkirinê de Sertaç Ekîncî axivî. Ekîncî kurê Yusuf Ekîncîyî ye ku ew sala 1994ê li Enqereyê hatibû kuştin
"Hrant Dînkî dersa jihevhezkirinê dida me. Wî behsa gundekê dûr ê Sîwasê dikir. Behsa çîrokekê dikir ku Ermenîyek piştî bi salan vegeriyaye gundê xwe. Li wê derê miriye. Gundiyeka Tirk xwe li termê jina Ermenî kiribû xwedî. Wî nîşanî me dikir ku dixtorê me em bi xwe ne...
"Musa Anter, Uğur Mumcu, İlhan Erdost, Tahir Elçi..."
"Meha borî encama dozekê hatiye eşkerekirin. Doz li ser kuştina bi dehan kurdan e ku salên 90an hatine kuştin. Yusuf Ekîncî jî yek ji wan e... Eşkere bûye ku ew bi çekên dewletê hatine kuştin. Kesekî bi zelalî îtiraf jî kir lê bersûcan meha borî beraet kir.
tê nûkirin....
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.(HA/MB)
Hikmet Adal
Haziran 2018'den bu yana bianet muhabiri. 2013'te bianet'te staj yaptıktan sonra bianet'in projelerinde de yer aldı. Erciyes Üniversitesi Gazetecilik mezunu.
Hikmet Adal
Haziran 2018'den bu yana bianet muhabiri. 2013'te bianet'te staj yaptıktan sonra bianet'in projelerinde de yer aldı. Erciyes Üniversitesi Gazetecilik mezunu.