top of page

Rewşa koçberên li Kampa Holê gelek xerab e

Bi qutkirina alîkariyan ji aliyê Netewên Yekbûyî ve û hatina demsala zivistanê re, koçber û malbatên DAIŞê yên li kampa Holê di rewşeke dijwar de dijîn.

Rêveberiya Xweser tenê di warê rêveberî û ewlekarî de, çavdêriya kampê dike, û nikare di warê madî de piştevaniyê li koçberan bike.

Heya niha zêdetirî 100 çadir ji ber ba û bahozê firiyane, û ti kes jî alîkariya wan nake.

Koçberên li wê kampê dibêjin, ti caran rewşa wan ewqas zehmet nebûye, û ew daxwazê dikin, ku civaka navdewletî pişta xwe nede wan.

Ji biryara Netewên Yekgirtî derbarê rawestandina alîkariyan bo Hampa Holê ya malbatên DAIŞê, ji ber rewşa xizmetguzariya xirab dinale, alîkarî jî naghêjê.

Koçbera bi navê Hena Şelûn ya xelka Mûsilê, bi zarokên xwe re bi sê malbatên din re di nav yek konî de dijî.

Hena Şelûn dibêje, “Me kon divên, ez ji wan re dibêjim ka konekê, nadin me, ez bi sê malbatan re dijîm , em dixwazin van riyan jî ji me re çêbikin.”

Jiber leza ba di zivistanî de,100 kon ji cihê xwe rabûne û derdora 10 konên din şewitîne, xwediyên wan jî nehatine qerebûkirin.

Jibilî karê îdarî û parastinî, Rêveberiya Xweser xwe nade ber xwedîkirina vê kampê. Karînên wê sînordar in û rêxistinên civaka sivîl weku pêwîst alîkariyê nakin.

Mihemed Beşîr, Endamê Rêveberiya Kampê diyar dike, “Ev kamp bi riya rêxistinan hatiye avakirin, rêveberî tenê ji aliyê medenî ve kar dike û kampê diparêze, lê kon, xwarin karên rêxistinan e, ev demeke dirêje zehmetî li vê kampê hene, lê karê rêxistinan dereng dikeve, konan nadin xelkê, rê xirab e.”

Li Kampa Holê 18 hezar û 23 malbat dijîn, ku piraniya wan malbatên çekdarên DAIŞê ne.

Yên biyanî ji aliyê welatên xwe ve nayên wergirtin û proseya derxistina xelkê deverê bi riya serokeşîran jî, gelekî bi sistî birêve diçe.

RÛDAW

bottom of page