Li Bexdayê du xwepîşander hatin kuştin
Di çarçoveya xwepîşandanên heyî yên li Bexdayê de, duhê dîsa piştî jimêja înê xwepîşandaneke berfire hate kirin.
Di dema berdewamiya xwepîşandê de, alozî û pevçûn di navbera xwepîşander û hêzên ewlekarî de qewmî û di encam de du xwepîşander hatin kuştin û 22 xwepîşanderên din jî birîndar bûn.
Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku ev xwepîşander di encama teqîna bombeyên destî di nava xwepîşanderan de canê xwe ji dest dane.
KTV