NY: Li Sûriyeyê 5 milyon zarok winda ne
Komîsyona Lêkolînên Li Ser Mafên Mirovan a Netweyên Yekbûyî li ser Sûriyeyê raporek amade kiriye. Sîyasetnasê ji Brezîlyayê, Paulo Sergio Pinheiroyî serokatîya komîsyonê kiriye.
Li gor raporê:
Li Sûriyeyê zêdetir du milyon zarokan nikarin bi awayekê rêkûpêk biçin dibistanan.
Piştî şerî bi hezaran dibistan herifîne.
Bûyerên tûndkar diqewimin û ji ber wê zarok nikarin biçin dibistanan.
Zarok ji bo beşdarî leşkerîyê bibin têne şandin.
Mirov li ber çavên zarokan tên înfazkirin.
Tecaviz li arokên keç tê kirin.
Zarok di xemgînî û tinetîyê de mezin dibin.
Gelek zarok û kesên sivîl hatine kuştin lê jimareka berdest nehatiye pêkanîn.
5 milyon zarok winda ne.
(RT/MB)
BÎANET