top of page

Nêçîrvan Barzanî: Kabîneya nehem hewsengî ragirtiye û di proseya çaksaziyê da berdewame

Serokê Herêma Kurdistnê Mesrûr Barzanî ji hevpeyvîneka ligel malpera Almonîter behsa rewşa Iraqê, hewla parlementerên Iraqê ya derxistina hêzên biyanî ji nava Iraqê û rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragirtina hevsengiyê da kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand hewlên parlementerên şêe bo derxistina hêzên Amerîka bêyî lihevlirina ligel kurdan û sunneyan baş nîne û ne destûrî ye.

Herwiha Barzanî got:”Divê em di destpêkê da bipirsin, hêzên Amerîkayê çima li Iraqê ne? Ew li ser daxwaza Iraqê di sala 2014an bi rawêj ligel encûmena asayîş bo cenga dijî DAIŞê li vir in. Bicîhiştina wan karîgeriyê wê li şerê DAIŞê bike.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî behsa karûbarên hikûmeta nehem a Herêma Kurdistanê jî kir û hikûmeta nehem a Herêma Kurdistanê piştî şerê DAIŞê kariye peywendiyên baş ligel Bexdayê encam bide û dest bi encamdana çaksaziyan kiriye karê xwe bibaşî dike.

Di berdewamiyê jî da li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî Nêçîrvan Barzanî da zanîn Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîneka baş ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan encam daye û li ser peywendiyên baş wê berdewam bin.

Barzanî daxwaza wê yekê dike ku PKK û Tirkiye jî bi rêya diyalogê kêşeyan çareser bikin û penahê bo şer nebin.

Di berdewamiyê jî da Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ew naxwazin Iraq bibe navenda şerê meydanî bo Amerîka û Îranê.

Derbarê pirsa kongreya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî da Barzanî daye zanîn ku YNKê kongreya xwe encam daye û bo çareseriya pirsan encûmenek pêk aniye. Lêbelê heta aniha nayê zanîn bê kak î serokê hizbe ye.

BasNews

bottom of page