top of page

Mesrûr Barzanî: Projeyasaya çaksaziyê pêngavek e bo Kurdistaneke bihêztir

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pesendkirina projeyasa çaksaziyê weke pêngaveke ber bi Kurdistaneke bihêztir bi nav kir û got, “Ev yasa belgeyeke zelal a din e li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sînordanîna bo gendeliyê de.”

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê pesendkirina projeyasaya çaksaziyê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve daxuyaniyek belav kir û destxweşî li parlamentoya Kurdistanê kir derbarê pesendkirina projeyasayê de.

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ev pêngaveke dîrokî ye bo Kurdistaneke bihêztir” û herwiha raghand, “Ev proje beşeke girîng a karnameya kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû bo bersivdana xwestek û daxwazên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bo encamdana çaksaziyan. Armanc jî rêkxistina xercên giştî, cîbicîkirina dadperweriyê bo fermanberan û kesûkarên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman.”

Serokwezîrê Kurdistanê di wê daxuyaniya xwe de hemwelatiyan piştrast dike û dibêje, “Deqa dawiya yasayê dilniyaya girîng tê de ye derbarê mûçe û îmtiyazên fermanbver û mûçexuran bi cureyek ku kesên şayeste mafên wan parastî dibin.”

Serokwezîrê Kurdistanê dibêje piştî pêkanîna kabîneyê di Tîrmeha sala derbasbûyî de, wan demildest komîteyeke li hikûmetê pêk anî bo pêdaçûn û bihêzkirina reşnivîsa projeyasaya çaksazî û got, “Çaksazî proseyeke berdewam e û hemû kertan li xwe digire.”

RÛDAW

bottom of page