top of page

Qadir Qaçax: Bila PKK xelkê Şingalê tevlî şerê xwe û Tirkiyê neke

Berpirsê liqa 17 ya PDKê li Şingalê hişyarî da PKKê û ragihand, nabe PKK xelkê Şingalê tevlî şerê xwe û Tirkiyê bike.

Berpirsê liqa 17 ya PDKê li Şingalê, Qadir Qaçax ji BasNewsê re got, duhî firokeyên şer yên Tirkiyê baregehên PKKê yên li Şingalê bordûman kirin, di wê bordûmanê de çend kesan canê xwe ji dest dan û komek kes jî birîndar bûn.

Qadir Qaçax her wiha got, tirsa me ew e ku êrişên Tirkiyê ji ber PKKê dê bidomin. Ji ber wê jî divê PKK ji wir derkeve. Eger PKK li wir bimîne rewş dê metirsîdartir bibe.

Berpirsê liqa 17 ya PDKê da zanîn, PKKê ji tirsa êrişên Tirkiyê baregehên xwe biriye nav xelkê sivîl û got, dixwaze bi vî rengî pêşiya êrişên Tirkiyê bigire. Eger Tirkiyê êrişî jî kir dê bêje Tirkiye li sivîlan dide!

Wî berpirsê PDKê bang li PKKê kir xelkê sivîl tevlî şerê xwe û Tirkiyê neke û nebe sebeba hatina felaketek din bi ser wê deverê de.

BasNews

bottom of page