top of page

Partiya Davutoglu li dijî Demîrtaş derket: Ew berpirsiyarê bûyerên 6-8ê Cotmehê ye

Berdevkê Partiya Paşeroj Selim Temurci ragihand ku hinek alî dixwazin hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş weke “kevoka aştiyê” bide nîşandan û got: “Demîrtaş di heyama bûyerên 6-8 Cotmehê de guhdariya hişyarî serokwezîrê wê serdemê Ahmet Davutoglu nekir û bo daketina kolanan banga welatiyên me kir. Navê kesê ku bûye sedema kuştina 53 welatiyên me; Selahatin Demîrtaş e.”

Berdevkê Partiya Paşeroj Selim Temurci derbarê rojevê de daxuyanî da û weke AK Partî û MHPê rexne li hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş kir û ew weke “serkirdeyê sexte” pênase kir.

Selim Temurci got: “Hinek kes û alî dixwazin Selahattin Demîrtaş weke kevoka aştiyê bidin nîşandan. Em naxwazin yek çirkeyê jî yek welatiyê Komara Tirkiyê bêtawan di girtîgehê de bimîne. Lê divê em bertekên xwe jî li hemberî afirandina serkirdeyekî sexte diyar bikin. Em ji biryara darazî re dibêjin ser çavan. Ew birayê we, di dema kolandina xendekan de, alîkariya hevalên xwe dikir ku mala welatiyên li wê derê dihat xirakirin. Em baş dizanin, ew li wê derê ketin çi rewşê. Divê em baş bînî bîra xwe Demîrtaş kî ye. Ew kese ku digot em dê peykerê Ocalan danîn. Wî digot PKK ne rêxistineke terorî ye. Çawa dibe em van ji bîr bikîn.”

Temurci herwiha Demîrtaş weke berpirsiyarê bûyerên 6-8 Cotmeha 2014an ku 53 welatiyan di heyamê de canê xwe ji dest dabûn, nîşan da û wiha pê de çû: “Demîrtaş digot Qendîl navenda aştiyê ye. Demîrtaş di heyama bûyerên 6-8 Cotmehê de guhdariya hişyarî serokwezîrê wê serdemê Ahmet Davutoglu nekir û bo daketina kolanan banga welatiyên me kir. Navê kesê ku bûye sedema kuştina 53 welatiyên me Selahatin Demîrtaş e. Divê em vê yekê bînî bîran wan kesan, ku ew dixwazin Demirtaş derxin pêş.”

RÛDAW

bottom of page