Heta niha tenê yek çekdarê DAIŞê û hevjîna wî li ser dosyeya Êzidiyan hatine mehkûmkirin

January 16, 2020

Temenê Îvana tenê heşt sal bûn gava bi çekdarekî DAIŞê yê amerîkî hat firotin. Dê û bavê Îvana li navçeya Şingalê bi destê çekdarên heman rêxistinê hatibûn kuştin. Vêga Îvana û bi dehan jinên Êzidî yên din dixwazin bi şahidîdana xwe çekdarên DAIŞê bînin pêşber dadgehên welatên rojavayî.

Bi dirêjahiya du salên borî, welatên rojavayî bi xwedûrgirtin bi mijara wergirtina çekdarên biyanî yên DAIŞê re tev geriyane. Yek ji hêncetên wan ew e ku dîtina belgeyên piştrastker li ser endambûna wan di rêxistina DAIŞê de ne karekî gengaz e. Herwisa tirs jî hebû ku pergala dadwerî ya wan welatan cezayên giran li ser wan kesan bisepîne ku belgeyên pêwîst li ser tawanbarkirina wan nînin.

Îvana (13) yek e ji kesên ku beşdarî belgefilmekî li ser şîdetên DAIŞê li dijî civaka kurdên Êzidî bûye. Ew belgefilm ji aliyê Dûzen Tekkal ve hatiye berhemkirin ku parêzereke Alman a bi esl kurda Êzidî ye. Biryar e ew berhem li baregeha NY bê nîşandan û beşek ji hewldaneke piralî ye ji bo belgekirina komkujiyên êzdiyan û şîdetên ku li dijî wan hatine kirin.

Havîna 2014an DAIŞê êrîşî navçeya Şingalê kir. Ji ber vê yekê bêtirî 5 hezar zilamên navçeyê hatin qetilkirin û nêzîka nîv milyon şêniyên deverê koçber û derbider bûn. Di encama wê êrîşê de, bêtirî 6 hezar keç û jinên Êzidî hatin revandin ku çarenivîsa beşekî ji wan ta niha jî ne diyar e.

Tenê li Sûriyeyê bêtirî 2 hezar çekdarên biyanî di girtîgehên HSDê de girtî ne. Jinên Êzidî ku ji rojnameya Wall Street Journal a amerîkî re axivîne, dibêjin ne tenê çekdar lê belê rola hevjînên wan çekdaran jî di tirsandina jinên Êzidî de hebû. Jinên DAIŞê ku beşdarî şer nebûne, li benda cezayekî nermtir in.

Îvana di beşekî belgefilmê “Jiyan: Hawarek bo Jiyanê” de dibêje: “Çekdar pir hov bû. Wî û jina xwe, xwe kiribûn xwediyên min û du keçên Êzidî yên dîtir.”

Rêveberê Şîrketa Şêwirmendiya Ewlekarî Olivier Guitta ji rojnameya amerîkî re dibêje, tê payîn çekdarên biyanî yên bêtir vegerin Ewropayê û nêzîka 500 çekdarên din jî di du salên bê de bên azadkirin. Lewma gelek sazî û dezgehan dest bi komkirina belgeyan kirine li ser tawanên ku li dijî êzdiyan hatine kirin, da ku wan wek dozên misoger li dijî çekdarên DAIŞê bilind bikin.

Tekkal û gelek çalakvanên Êzidî ku li rojava dijîn, daxwaz dikin dadgeheke navdewletî tawanên DAIŞê lêkolîn bike. Ji ber ku ne şiyana dadgehên welatên wek Iraqê ya gengeşekirina wan dozan heye û ne jî ewropî dikarin li navçeyên şer belgeyên pêwîst li ser çekdaran berhev bikin. Li wan dadgehên navdewletî jinên Êzidî dikarin şahidiyê li ser çekdaran bidin.

Tekkal ku seroka saziyeke xêrxwazî bi navê Hawar e, di vê barê de ji rojnameya amerîkî re dibêje: “Ev ne pirsgirêkeke navxweyî ye, lê pirsgirêkeke cîhanî ye, çimkî ew jenosîdeke ku li herdu rexên sînor qewimiye, qurbanî û encamderên tawanê jî li hemû cîhanê belav bûne. Vêga pîrekên me baştirîn çekên me ne li dijî terorê.”

Yekem dadgeha tawanên dijî jinên Êzidî li Municha Almanyayê bi rêve diçe ku tê de jinek bi navê Jennifer W, li ser tawana dijî mirovatiyê ceza lê hatiye birrîn. Li gor dadgeha almanî, Jennifer û hevjînê wê bi navê Taha J. A, dayikek û keçek kirîbûn, paşê keça wan a 5 salî li Felûceyê li ber tavê girêdabûn û jê geriyabûn li ber germê can bide.

Piştî hilweşîna xîlafetê Taha ji Iraqê reviya û wek penaberekî li Yewnanistanê dijiya. Di cotmeha îsal de Yewnanistanê Taha şand Almanyayê da ku hukm li ser bê dan û wisa jî bû kesê yekem ku li ser tawana dijî êzdiyan ceza li ser derkeve.

Li gor rapora Wall Street Journalê, hejmarek ji konevanên partiyên cuda cuda yên Almanyayê piştgiriya nerîna Tekkalê dikin. Yek ji wan jî Markos Grubel e ku li komisyona hikûmeta Almanyayê bo serbestiya olî dixebite. Grubel doz dike dadgeheke hevawayê wê dadgeha navdewletî bê pêkanîn ku di dema şerê navxwe yê Yugoslavyaya Berê de bo tawanbarên cengê hat çêkirin.

Li gor Nasan Seyliz ku hevahengîkarê kar û barên terorê ye li Wezareta Derve, dadgeheke bi vî rengî çend milyar dolar jê re lazim in û bi deh salan dem jê re divê ta hemû çekdar bêne dadgehkirin û dosyeyên wan bên yekalîkirin. Dadgeha tawanên cengê û dijî mirovatiyê ya Yugoslavyayê sala 1993an dest bi kar kir û doza dawî ya wê dadgehê di sala 2017an de hate beralîkirinê.

Seyliz di vê barê de ji rojnameya amerîkî re ragihand: “Zelal û eşkere ye ku ew bijare zehmet e pêk bê, çimkî bargiraniyeke diravî çêdike û bo salên dûr û dirêj jî dom dike.” Herwisa dibêje Amerîka amade ye belgeyên ku artêş û dezgehên wê yên sîxuriyê berhev kirine nîşan bide.

Ta niha ne xuya ye dûgelên navçeyê karibin nola pirseke serbixwe û li jêr navnîşana komkujiyê bi dosyeya êzdiyan re tev bigerin. Parêzera fransî ya bi esl kurda Êzidî Natya Newrozov ku li Iraqê dixebite, tîne zimên ku salên zêde yên şer û pevçûnan bûne ûşt ku serweriya qanûnê li Iraqê qels bibe û herwisa şiyana pergala dadwerî ya Iraqê ya dadgehkirina dosyeyên jenosîdê nîne.

Saziya Newrozovê ku navê wê Yezda ye, bi sedan qurbaniyan re axiviye û şahidiyên wan radestî dadgehên Iraq, Almanya, Fransa û gelek dûgelên dîtir kiriye. Saziya Yezda û hin saziyên dîtir bi hevkariya tîma şopandinê ya NY dixebitin. Tîma NY îsal hat pêkanîn û erkê wê yê sereke lêkolînkirina tawana jenosîdê û tawanên din ên çekdarên DAIŞê ye. Parêzvana mafên însanan li Londonê Amal Clooney nûneriya gelek qurbaniyên Êzidî kiriye, nola Nadya Murad û wê keça biçûk ku ji aliyê Jennifer û mêrê wê Taha ve hatibû qetilkirin.

Bi baweriya Clooney, nebûna hevahengiya navdewletî kir ku çekdarên DAIŞê bi serbestî bigerin û çerx bibin û dibêje: “Demeke dirêj e rizgarbûyî doz dikin çekdarên DAIŞê bo pêşber dadgehê bên anîn. Tiştê me ta niha bînaye tiştekî wisa nebû û dibe ku di siberojeke nêz de bo hewldanê pir dereng be.”

RÛDAW

 

 

Please reload