Mesrûr Barzanî: Lazime civaka cîhanî li ser hevkarî kirina Îraq û Kurdistanê berdewam be
Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanyayê civiya û piştî bi dawî hatina civînê Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro çarşem 15/1/2020 di civînekê de li gel şandeke bilind ya Brîtanî a bi Serokatiya Şêwirmendê wezareta berevanî ya Brîtanyayê ya bo karûbarên Rojhilata Navîn Jeneral John Lorimer, me behsa guhertinên dawî yên Îraq û deverê kir û tekez li ser aram kirina rewşa Îraqê û çaerser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalogê kir.
Her di civînê de me eşkere kir ku şerê dijî DIŞIê hîn jî bi dawî nehatiye û lazime civaka cîhanî li ser hevkarî kirina Îraq û herêma Kurdistanê de bo rûbirû bûna terorê berdewam be.
KTV