Ji bo hebûna Pêşmerge Kurdên Êzidî xaniyên xwe li Şerfedînê çêdikin
Beriya sala 2014an nêzîkî 50 malbatan li Mezargeha Şerfedîn bûn, lê niha zêdtirî hezar malbatên Kurdên Êzidî li wê derê niştecêne.
Ji ber ku xwasteke zêde li ser zeviyên Mezargeha Şerfedîn hey , parçeyên erdê Şerfedîn ji yên Şingalê bihatir û girîngtir in.
Li Mezargeha Şerfedîn li Şengalê ev bêtirî salekê ye nêzîkî 100 xaniyan hatine avakirin û kesên ku xaniyan li wê derê ava dikin dibêjin ji ber hebûna hêzên pêşmerge û aramiyê wan xwastiye malên xwe li wê derê ava bikin.
Nîştecihê deverê Mistefa Cemal dibêje: “Em xaniyan li Şerfedîn ava dikin. Ji bo li vê derê Pêşmerge heye xelkê vê derê têne parastin.”
Ji deverên derdorê xelk hewl didin malên bibin gundê Şerfedîn û Elî Şêr jî ji yek wan kesan e ku mala xwe li Şerfedînê çêdike. Ew dibêje: “Em ji Til Êzêr hatine vê derê. Ji ber hebûna pêşmerge em xaniyê xwe li vê derê çêdikin. Devera herî aram a Şingalê niha devera Şerfedîn e.”
Mezargeha Şerfedîn dikeve bakurê Çiyayê Şingalê û piştî sala 2014ê li wê derê 6 gund hatine avakirin.
Li Şingalê girantirîn parçeya erd li Mezargeha Şerfedîn tê firotin û li Şerfedînê her perçeyek 400 netre çarqoşe bi 3 milyon dînarê Iraqê têne firotin.
RÛDAW