top of page

Erdogan gefa êrişa Rojavayê Kurdistanê xwar

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku eger ew Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser xwe weke gef bibînin, dê dîsa dest bi êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê bikin.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna fraksiyona partiya xwe de hişyarî da Amerîkayê û got ku eger “gefên YPGê û HSDê” li ser Tirkiyê berdewam bin, ew dê dîsa dest bi êrîşa xwe bikin.

Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku hevpeymanên wan sozên xwe yên di derbarê “bakurê Sûriyê” de naynin cih û di navbera sozên wan û pêngavên wan de cudabûnên mezin hene.

Erdogan dibêje, ew dixwazin hem destkeftên xwe biparêzin û hem jî “rêxistinên terorîst” bi temamî ji nav bibin û ev armanca Tirkiyê ye.

Serokomarê Tirkiyê wiha axivî: “Li Sûriyê ku her kesek lê ye, ji bo destkeftekî herî biçûk jî divê karên mezin bêne kirin. Bi dûrxistina rêxistinên terorîst ji sînoran, em dizanin ku pirsgirêk bi temamî çareser nebû ye. Lê me pêngava yekemîn bi awayekî serkeftî avêt. Niha em li ser wê yekê kar dikin ku hem destkeftên xwe biparêzin û hem jî rêxistinên terorî bi temamî jinav bibin.

Her çend biçûk bin jî, lê êrîşên rêxistinên terorî li derdora navçeya aram berdewam in. Em di çarçoveya rêkeftinên navdewletî de em sozên xwe bicîh dikin. Lê niha di navbera sozên ku dane me û tiştên ku têne kirin de, ciwaziyên gelek mezin hene. Em bi awayekî aşkere ji hevbeşên xwe re dibêjin ku eger gef li ser welatê me berdewam bin, emê dîsa dest bi operasyona xwe bikin.”

RÛDAW

bottom of page