top of page

Zarokekî Kurd li Çînê di pêşbirka modeltiyê de bû yekem

Dîlan Huner ê 7 salî li Çînê ji nav 300 keç û kuran di Pêşbirka Modeltiya Soyayê de ku hejmareke zêde ya markeyên binavûdeng ê cîhanî jî beşdar bûnê, bû yekemîn.

Dîlan Huner ku bavê xelkê Silêmaniyê ye û dayîka Çînî ye, 29ê Kanûna 2019ê li paytexta Çînê bajarê Bejingê beşdarî Pêşbirka Modeltiya Soyayê bû. Di pêşbirkê de Dilan Huner ji nav 300 keç û kuran weke kesê yekemîn hat hilbijartin.

Bavê Dîlan Huner, Huner Hemîd ji Rûdawê re got: “Kurê min ji nav 300 kesan ku di nav wan zarokên stêrkên binavûdeng û karsazên mezin ên Çînê hebûn, karî pileya yekemîn bidest bixe. Ew yek jî ji bo me bûye cihê kêfxweşiyê û em bi wî serbilind in. Ew ji bo û bêguman ji bo navê Kurdistanê jî bûye cihê şenazî ye.”

Huner Hemîd da zanîn ku bi pileya yekemîn xelatên çendîn xelatên giranbiha wergirtine û got: “Otomobîleke cureya Ferrarî diyariyê Dîlan kirin, lê divê ew bibe 18 salî dê wê demê otomobîlê radestî wî bikin. Herwiha çend kompaniyên sînemayê ligel wî girêbest îmze kirine û yek ji wan IntStar e.”

Festîvala Modeltiya Soyayê her sal li Çînê tê sazkirin û kompaniyên weke Guccî, Burberry û Kenzoyê sponsoriya wê dikin.

Huner Hemîd li gundê Kanî Wutmanê yê navçeya Dokan a Silêmaniyê ji dayîk bûye û di sala 2009an de bi Mona Li ya xelka Çînê re zewiciye û du zarokên wan ên bi navê Darîn (10) û Dîlan (7) hene

RÛDAW

bottom of page