Nêçîrvan Barzanî: Gotinên Hesen Nesrullah cihê mixabiniyê ne
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê derbarê gotinên Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah yên li dijî Serok Mesûd Barzanî de peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Hesen Nesrulla di gotarekê de, dûr ji şêwaz û exlaqa siyasî, bi şêweyeke nehêja derheq Serok Mesûd Barzanî, qurbanîdan û qehremaniya Pêşmerge de axiviye. Cihê mixabiniyê ye ku kesekî weke Hesen Nesrulla bêyî berçavgirtina rola dîrokî ya Serok Barzanî di rûbirûbûna rejîmên dîktator û rola meydanî ya şikandina DAIŞê de, bi vî şêwazê hestên gelê Kurdistanê birîndar bike.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir ku Pêşmerge bi serkirdatiya Barzanî roleke bibandor hebû ji bo dawîanîn bi zilmê û şikandina DAIŞê.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe diyar kir ku rewşa navçeyê wê yekê dixwaze ku hemû alî kar ji bo aramkirin û vegerandina seqamgîriyê wê bikin.
Nêçîrvan Barzanî her wiha dibêje, gelê Kurdistanê ti caran alîkariya dostan ji bîr nekiriye û spasiya dostên xwe jî kiriye, ku di şerê DAIŞê de bûne alîkar.
RÛDAW