Berpirsên pêwendiyên dîplomatîk yên PDKê: Herêma Kurdistanê bêalî ye
Berpirsê pêwendiyên dîplomatîk yên PDKê, Hoşyar Sîweylî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, rewşa Iraqê gelekî xirab û aloz bûye. Ji ber nakokiyên Îran û Amerîka hîn aloztir jî bûye.
Hoşyar Sîweylî behsa biryara parlementoya Iraqê ya derxistina hêzên biyanî ji Iraqê jî kiriye û gotiye, ew biryar bi sûda Iraqê nîne ji ber ku di rewşa niha de pêwîstiya Iraqê bi alîkariya civak û hêzên navdewletî heye. Ji ber ku li gel van aloziyan, metirsiya DAIŞê jî zêde bûye.
Wî berpirsê PDKê behsa rola Serok Mesûd Barzanî di çareserkirina kirîza Iraqê de jî kiriye û gotiye, Serok Barzanî gelek caran hişyarî daye hikûmeta Iraqê û civaka dewletî û gotiye, eger rewşa Iraqê wiha bidome dê felaketên mezin biqewimin. Nakokiyên navbera şîeyan jî rewş zêdetir aloztir kiriye.
Bi gotina Hoşyar Sîweylî, dest ji kar kêşana Adil Ebdulmehdî ji posta serokwezîrtiya Iraqê, karekî xelet bû ji ber ku Ebdulmehdî li gorî serokwezîrên berê yên Iraqê, baştir bû. Lazim bû firsendek zêdetir bidana wî, ji ber ku gelekî zehmet e kesek di demek kurt de bikaribe ev qas arîşeyan çareser bike.
Berpirsê pêwendiyên dîplomatîk yên PDKê daye xuyakirin ku Herêma Kurdistanê li hember nakokiyên Îran, Amerîka û Iraqê, bêalî ye û gotiye, eger Herêma Kurdistanê bikare dê hewla nehîştina aloziyan û aramkirina rewşê bide.
BasNews