Perlemana Kurdistanê bersiva Hesen Nesrûllah dide

January 14, 2020

Perlemana Kurdistanê di daxuyaniyêkê de, bersiva axivtinên Hesen Nesrûllah, Emîndarê giştîyê Hizbûllah Lubnanî dide.

Parlementoya Kurdistanê bersiva axaftinên Hesen Nesrula dide û daxuyaniya wî red dike.

Parlementoya Kurdistanê di daxuyaniyêkê de amaje kir, ku bi hee awayek axaftinên Hesen Nesrula -  Rêberê Hizbulah a Libnanî red dikin, ku di gotarekê de êrîşek ne rewa kir, ser Serok Barzanî û Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, ku remzê xweragîrî û rûbirûbûn a terorîstên DAIŞ in. Ew hêzên Pêşmerge bûn, ku bi xwîna xwe efsaneya DAIŞ têkşikandin û bi awayekî rasterast û meydanî ji dêvla hemû cîhanê, rûbirûyî terorîstên DAIŞê bûn û qehremaniya mezin tomar kirin.

Parlementoya Kurdistanê ragehand, bi mixabinî, berpirsên Hizba Hesen Nesrula beşek bûn ji wê êrîşa ne-rewa û ne-destûrî, ku di sala 2017an de ser Herêma Kurdistanê hat kirin. Ew wekî nûnerên herêma Kurdistanê wefadar in, beramber bi her kes û aliyek, ku rojek ji rojan ligel me hevkar bû ye. Zêdegaviyan jî, ji tu kes û aliyekî qebul nakin.

Wekî Parlementoya Kurdistanê û nûnerên xelkê Kurdistanê jî, bêrêziya beramber Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û her sembolek Neteweyê me, şermezar dikin

K24

 

 

Please reload