Hikûmeta Kurdistanê 53 birîndarên kîmyabarana Helebcê bo dermankirinê dişîne derve
Hikûmeta Kurdistanê komek birîndarên kîmyabarana bajarê Helebcê bo dermankirinê dişîne derveyî welat.
Rêveberiya giştî ya tenduristiya parêzgeha Helebcê ragihandiye, li ser rizamendiya hikûmetê û bi rêka Wezareta Tenduristiyê, 53 birîndarên kîmyabaranê bo dermankirinê bo derveyî welat tên şandin.
Rêveberiya tenduristiya Helebcê daye zanîn, tevahiya wan birîndaran ji aliyê nojdarên pispor ve hatine dîtin û ji bo ku bo derve bên şandin, hatine destnîşankirin.
Li gorî agahiyên wê dezgeha hikûmetê, ew birîndar dê hefteya bê werin şandin.
BasNews