Grûpên çekdar bi hezaran darên Efrînê qut dikin
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, roja 11ê vê mehê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 2 hezar darên zeytûn û hinaran yên her du welatiyan Şêx Heyder û Reşîd Misto li gundê Turindê qut kirin.
Herwiha da zanîn jî, grûpên çekdar hejmarek din jî ji darên koçberên gundê Turindê qut kirin, bêyî ku hêzên Tirkî yan Encûmena Efrînê ya Sivîl rêgiriyê li wê yekê bike, yan yasayên qedexekirina qutkirina daran derbike.
Ragihand jî, grûpa çekdar ya bi navê Mihemed El Fatih roja 11ê vê mehê hejmarek mezin ji darên daristana gundê Mist Eşûra yê navçeya Mabeta qut kirin û bi 5 direktoran ew dar bar kirin û birin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê amaje bi wê da, roja 12ê vê mehê bêhtirî ji 100 kesî li pêş binkeya serbazî ya li navçeya Bilbilê kom bûn û nerazîbûna xwe derbarê qutkirina daran ji aliyê grûpên çekdar ve nîşan dan.
Li gor zanyariyên wê rêxistinê, heta niha zêdetir ji 70 hezar darên 18 gundên navçeya Bilbilê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine qutkirin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve û heta niha ji bil qutkirina bi hezaran darên zeytûn û meyweyan bi armanca firotana wan wek êzingên şewitandinê, grûpên çekdaran dest danîna ser bi sedhezaran darên koçberên Efrînê.
Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, tenê li gundê Coqê, grûpa El Hemzat dest danîye ser zêdetir ji 40 hezar darên zeytûn, hinar, sêv û meyweyên din.
K24
S. B