Nêçîrvan Barzanî: Du rê li ber Iraqê hene
Rojnameya Bield a Almanyayê şeva Şemiyê 11ê Çileya 2020 hevpeyvîneke Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî belav kir, ku tê de Nêçîrvan Barzanî rewş û pêşhatên dawî yên li Iraq û Kurdistanê û navçeyê dinirxîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vê hevpeyvînê de amaje bi rewşa Iraqê kiriye û ragihandiye: “Niha du rê li ber Iraqê hene”. Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axavtina xwe de dibêje: “Tekez metrisî heye ku Iraq ber bi arasteyeke şaş ve biçe. Em hêvî dikin ku em hemû bikarin bi hev re kar ji bo vê vegerandina istiqrar, asayiş û xweşguzeraniyê bo xelkê Iraqê bikin.”
Nêçîrvan Barzanî têkildarî mijara vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê de hişyariyê dide û behsa egera dubare bihêzbûna DAIŞê dike û dibêje: “Em di vê baweriyê de ne ku şerê ku li dijî terorê bidawî nebûye. Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê weke berê pêwsiya wan bi hevkariya hêzên Hevpeymanan heye.”
Di berdewamiya axavtinên xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike: “Li gor nerîna me, niha ji bo vekişîna hêzên Hevpeymanan ji Iraqê û ji Herêma Kurdistanê jî demeke guncaw nîne. Gef berdewam in, gefên ciddî hene, û Iraq bi tenê nikare bi ser wan (gefan) de serbikeve.”
Her derbarê gefên DAIŞê de, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Ew gef ne tenê bo ser ewlehiya navçeyê, lê belê bo ser civaka navdewletî jî ne.”
Têkildarî alîkariyên artêşa Almanyayê di şerê li dijî DAIŞê û rahênana Pêşmerge de û şandina çekan ji wan re, Serokê Herêma Kurdistanê daye xuyakirin: “Em ti caran ji bîr nakin, lê belê niha dema vê ye ku em piştrast bin ku wan serkevtinên bi hev re hatine bidestxistin, bi xesar naçin.”
Têkildarî alîkariyên navdewletî jî, Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye: “Me rêyeke dûr û dirêj derbas kiriye. Me karî di warê fîzîkî de xelafetê ji nav bibin, em karî pêdawîstiyên awareyan dabîn bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê peyameke taybet jî ji hikûmet, parlamento û gelê Almanyayê re dişîne û dibêje: “Peyama min ji hikûmeta Almanya, parlamentoya Almanya û gelê Almanyayê re ev e ku em spasiya wan dikin, ji bo wan tiştên ku heya niha ji me re kirine, lê belê em wek heval, hevpeyman û hevbeş hêvî dikin ku hûn li gel me berdewam bin di vê rêyê de, daku em bikarin wê peymana (soza) me daye xelkê xwe pêk bînin, ku ew jî asayiş û hêviya bi paşerojeke baştir e.”
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Em wek hevbeşê aştî û xweşguzeraniyê dimînin.”
Derbarê aloziyên navbera Amerîka û Îranê de jî, Serokê Herêma Kurdistanê di wê hevpeyvînê de ji rojanmeya Bield a Almanî re gotiye: “Em naxwazin Herêma Kurdistanê û Iraq bibin qadên şer, ji bo çareserkirina nakokî û rûbirûbûnên wan.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje: “Niha dema wê yekê ye, ku pêngav bên avêtin ji bo alîkariya Iraqê. Iraqê pêwîstî bi piştevaniya cîran hevalên xwe yên di nav civaka navdewletî de heye.”
RÛDAW