top of page

Jeffrey bo ENKS û HSD: Peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê baş bikin

Endamê Desteya Serokayetiya ENKSê, Silêman Oso ragihand ku Şanderê Taybet ê Amerîka Bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey ji wan re gotiye ku divê HSD û ENKS peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê baş bikin. Silêman Oso herwiha diyar kir ku Jeffrey anî ziman divê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yekrêziya Kurdan biparêze.

Îro Şemiyê (11.01.2020) Şanderê Taybet ê Amerîka Bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey û şandeke ENKSê li Stenbolê civiyan û di civînê de Jefrrey tekez kirî ye, ku divê ENKSê ligel HSDê yekrêziya Kurdan biparêzin û di nava opozîsyona Sûriyê de jî bimîne.

Berî ku bi Jeffrey re bicive, ENKSê civîneke berfireh bi Îtîlafa Sûriyê re pêk anî, di civînê de Encumena Kurdî bi belge behsa kiryarên grûpên çekdar li Serê Kaniyê û Girêspî kir û xwest ew kiryar rawestin û komîteyeke taybet a lêkolînan jî hate avakirin. Herweha ENKSê, hema di civîna bi Jefrrey û hem jî bi Îtîlafê, tekez kiriye, ku ew hîç guhertina demografya Rojavayê Kurdistanê qebul nakin.

Endamê Desteya Serokayetiya ENKSê, Silêman Oso ji Rûdawê re ragihand, ku di civînê de Jefrrey tekez kiriye, ku pêwîst e yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê parastî be û ENKSê jî di nava opozîsyonê de bimîne û tekez kir, ligel îtîlafê jî lihev kirine, grûpên çekdar binpêkirinên xwe rawestînin û komîteyeke lêkolînê jî tê avakirin.

ENKS tekez kiriye, ku bi ti awayekî guhertina demografî qebul nakin.

Derbarê civînê de Silêman Oso wiha got: “Civîn li ser daxwaza Şanderê Taybet ê Amerîka Bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey çêbû. Ev civîn serkevtî û têde gelek xal hatin gotûbêjkirin weke, dahatûya Sûriyê, hevdîtinên cinêv, helwesta Sûriyê û Îtilafa Sûrî û vegerandina penaberên.”

Silêman Oso diyar kir ku Jeffrey yekrêziya Kurdan xwestiye û wiha pê de çû: “Jeffrey li ser hevpeymaniya Kurdî û Kurdî jî got ku rola Serok Barzanî di yêkreziya Kurdan heye û herwiha got ku divê peywendiyên û HSDê ligel Herêma Kurdistanê baş bin.”

ENKSê jî amade ye û dibêje, ew benda gavên çêkirina baweriyê ne û ew dixwazin yekrêziya Kurdî pêk were.

RÛDAW

bottom of page