Diyarbekir- Komxebatek derbarê birêveçû
Îro roja şemiyê 11.01.2020an Platforma Tora Ziman û Çandan, bi armanca nexşerêya xwe diyar bike, li Demîr Otela Diyarbekirê komxebatek encam da. Di komxebatê nivîskar, akademîsyen, hindekar, weşanger, bazirgan, saziyên jinan û saziyên çand û hunerê, rojnameger jî di nav da 300 kes tevlî komxebatê bûn.
Zimanzan Zana Farqînî axaftina vekirinê ya komxebatê kir û wiha got: " Rewşa Ziman û çanda me dilê me hemûyan disoje. Ji bo guhartina vê rewşê em hemû çi wekî sazî çi jî wekî kes gelek karan dikin, lê belê em hemû jî dizanin ku pêdivî bi hevgirtineka xurt û helwesteka zelal heye. Her wekî hûn dizanin di 22-23yê Mijdara 2019an da komxebata Tora Ziman û Çandan hatibû pêkanîn û du rojan li ser mijarên zimanî û çandî, danûstandin û gengeşe hatibûn kirin û 45 xemxurên ziman û çanda kurdî û gelên din bangek kir. Di wê komxebatê da biryara pêkanîna komcivîneka berfireh hatibû dayîn. Li ser vê biryarê sekreterya ya Tora Ziman û Çandan bi piştgirîya endamên Desteya Şêwrê xebata vê komcivînê kir."
Herwisa komxebat wê sibehê jî berdewam bike û li ser nexşereya xwe û encamnameya komxebatê daxuyaniyekê belav bike.
BasNews