top of page

Ahmet Turk: Destkeftên Kurdan dibin armanc

Hevserokê nerê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ragihand ku di serdemeke wiha de ‎dijîn ku destkeftên Kurdan dibin armanc û got: “Em rûbirûyê rewşeke wiha bûne ku bi tevahî dixwazin ‎destkeftên Kurdan ji nav bibin.”‎

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku ji kar hat dûrxistin û qeyûm li şûna wî hat ‎danîn, di Hevdîtina Rêveberiyên Xwecihê yên Demokratîk de axifî ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan ‎‎(HDP) ve li Êlihê hat sazkirin. ‎

Ahmet Turk da zanîn ku di demeke wiha de dijîn destkeftên Kurdan dibin armanc û got: “Ez wek ‎kesekî ‎ku bi salan e di nav siyasetê de cîh digirim, polîtîkayên zilmê yên dewletê baş dizanim. Bawer ‎bikin, me ‎‎12 Îlonê û salên 1994an dîtin. Lê ti wextekî min nedît wek niha bên bi ser Kurdan de. Em ‎rûbirûyê ‎rewşekê bûne ku bi tevahî dixwazin destkeftên Kurdan ji nav bibin.”‎

Ahmet Turk da zanîn ku eger rêveberiyên xwecihê nebin ne mimkun e behsa demokrasiyê were kirin û ‎got: “Em di hemû şert û mercan de li ser siyaseta demikratîk pêdagir in.” Herwiha diyar kir ku ji xeynî ‎şaredariyên qeyûm bo wan hatine danîn, serokên şaredariyan ên li ser kar jî di bin wesayetê de ne.‎

Ahmet Turk got: “Dema li derveyî fermanên qeymeqam û walî tiştek kir, dîsan rûbirûyê zehmetiyan ‎dibe. Bi giştî rêveberiyên xwecihî bi guşara dewlet û hikûmetê jikar ketine. Divê em hemû şaredariyên ‎xwe yên qeyûm bo wan hatine danîn û yên din jî bixin rojeva cîhanê. Partiya me di vê pêvajoyê de ‎pêwîst e ligel gel bibe yek û siyaseteke wiha û serbixwe peyrew bike û bimeşîne.”‎

Ahmet Turk siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya derbarê Lîbya û Sûriyê de jî rexne kir û got: “Hun dibêjin bila ‎hêzên biyanî vekişin, li Efrînê çi karê we heye? Li Serê Kaniyê çi karê we heye? Li Hewlêr û Silêmaniyê çi ‎karê we heye? Li Girê Spî çi karê we heye? Li vê derê erkê me ne tenê peyamê bidin gelê Kurd. Karê ‎me peyamê bidin hemû gelên Tirkiyê, siyaseta razîkirinê bînin rojevê û pêwîst e li ser vê siyasetê ‎polîtîkayê bikin.”

RÛDAW

bottom of page