top of page

Kurdistan û Amerîka di warê enerjiyê de peywendiyên xwe bihêz dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê peywendiyeke telefonî derbarê têkiliyên dualî û taybet jî di warê enerjiyê de, encam dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiya Amerîka Dan Brolett pêwendiyek telefonî encamdan û danûstandin derbarê pêşxistina pêwendiyên aborî yên di navbeyna Herêma Kurdistanê û Amerîka de kirin, bi taybet di warê enerjiyê de.

Herwiha Wezîrê Enerjiya Amerîka amadebûna welatê xwe ji bo weberhênana zêdetir li Herêma Kurdistanê anî ziman, ku bi şêweyek kompanyayên weberhênanê roleke aktîvtir bibîn in, di geşepêdana pêwendiyên aborî di navbeyna Herêma Kurdistanê û Amerîka de. Ji bo vê mebestê jî, dê pêwendiyên wan berdewam bin.

KDP-İnfo

bottom of page