top of page

Herî kêm 9 serbazên Tikriyê li Lîbya hatin kuştin û birîndar bûn!

Tê gotin ku herî sê serbazên Tirkiyê li Lîbyayê hatine kuştin.

Çavkaniyên nêzîkî hikûmeta general Xelîfe Hefter dane zanîn, li bajarê Mîsrate yê Lîbyayê herî kêm sê serbazên Tirkiyê, ku çend roj berê derbasî Lîbyayê bibûn, di şerê navbera hêzên general Hefter û hikûmeta Fayîz Serrac ya alîgirê Tirkiyê de hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, herî kêm 6 serbazên Tirkiyê jî birîndar bûn.

Parlementoya Tirkiyê roja 2 vê mehê daxwaza serkomarê wî welatî bo şandina hêz bo Lîbyayê pesend kir. Çend rojan piştî wê biryara parlementoyê, Erdogan da zanîn ku wan dest bi şandina hêz bo Lîbyayê kirine.

Hêzên Tirkiyê di şerê navxwe yê Lîbyayê de piştevaniya hikûmeta Fayîz Serrac dikin.

BasNews

bottom of page