Tirkyê 20 hezar Ton ji genimê Girê Sipî dizîye

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve li ser dizî û talankirina navçeyên bakura rojhelata Sûriyê berdewamin. Li gor Riwangehê Tirkiyê û bi rêya çekdarên xwe kar dikin li ser veguehaztina genimê Girê Sipî bo nava Tirkiyê.

Li gor zanyarîyên Riwangehê, ji destpêka dagîrkirina Girê Sipî Serê Knîyê ji Alîyê Tirkiyê ve genim û danê bi dehan ji gundên derdora wan herdû bajarokan dizîye. Herweha 20 hezar ton ji genimê Girê Sipî jî dizîye.

K24