top of page

Serok Barzanî li gel alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê civiya

Îro Serok Barzanî pêşwaziya alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata nêz David Schenker civiya.

Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê û çend Şêwirmend û dîplomatên Amerîkî jî têde beşdar bûn, behsa rewşa dawî ya Îraqê, aloziyên navbera Îran û Amerîkayê hate kirin û David Schenker diyar kir ku Amerîka girêdayî Îraq û Kurdistanê ye û daxwaz dike prosesa siyasî ya li Îraqê bikeve ser rêya rast û aram.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî behsa rola hevpeymaniya cîhanî di şerê dijî terorê de kir û hayedariya vê yekê jî da ku nemana hêzên hevpeymaniya cîhanî li deverê de dibe sedem ku dîsa teror bi navên cuda cuda xwe bihêz bike.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê, prosesa siyasiya Îraqê û cîhbicîh kirina daxwazên xwepîşanderan çend mijarên din yên vê civînê bûn.

KTV

bottom of page