Pisporên perwerdehiyê banga xwedî lêderketina zimanê Kurdî dikin
Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê perwerdekirina bi zimanê Kurdî wekî pirsgirêkekê mezin tê nirxandin. Lê belê bi hewla komele û rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezarete Perwerdehiyê tê kirin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gav werin avêtin. Xwendekarên dibistanên navîn dikarin heta 9'ê vê mehê zimanê Kurdî wekî dersa bijarde bibijêrin. Lêkolîner û zimanzan Samî Tan amaje dike ku, hejmara xwendekarên ku zimanê Kurdî dibêjêrin kêm in û pêwîst e xwendekar û malbat di vê mijarê de baldar bin. Samî Tan, bang li Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê jî dike ku zêdetir mamosteyên Kurdî tayîn bike.
Samî Tan (lêkolîner û zimanzan) got:"Mixabin di maveyeke teng de bijartina dersan radigihînin, ji ber vê yekê hayê gelek kesan jê çênabe. Em bang li malbatan dikin ku di vî warî de hestiyar tevbigerin û li dibistanan serî li dersa bijarde ya Kurdî bidin. Bi serlêdanan dê li her alî dersên Kurdî werin dayîn. Ev yek ji bo Kurdî jî girîng e, bi van gavan dê Kurdî li dibistanan normalîze bibe. Bi vê gavê dê qedexeya li ser Kurdî jî rabe. Ji bo ku bîr û baweriya malbatan jî bigûhere bijartina vê dersê girîng e."
Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di sala 2013'an de Kurdî jî wekî derseke bijarde di nav pergala perwerdehiya Tirkiyeyê de cih girt. 2013'an nêzî 20 hezar xwendekar serî li Kurdî dabûn. Lê belê hin aliyên civakî bertek nîşanî dersa bijarde dabûn û dixwestin ku Kurdî ne wekî dersa bijare lê wekî zimanê perwerdehiyê were dayîn. Komele, sazî û zimanzan dixwazin ku xwendekar serî li dersa bijarde bidin da ku zemîna perwerdehiya bi Kurdî danîn. Doçent Dr. Azîz Yagan akademîsyen e û endamê Pêngava Çaksazî û Çavdêriya Perwerdê ya Diyarbekirê ye. Azîz Yagan dibêje; bijartina dersa zimanê dayîkê li ser derûnî û pêşveçûna xwendekaran bandorên erênî peyda dike.
Doç. Dr. Azîz Yagan (akademîsyen) dibêje:"Kurdî jî wekî dersa bijarde di pergala perwerdehiyê de cih girt, ev pêngaveke baş bû. Xwendekaran jî eleqeyeke baş nîşan didan. Lê ev mijar kirin mijareke siyasî û hejmara xwendekarên ku kurdî dibijartin daket. Lê divê xwendekar bi rihetî serî dersa kurdî bidin. Ev ne mijareke siyasî ye; divê kurd li zimanê xwe xwedî derkevin."
Li Tirkiye û bakur herî zêde li Diyarbekirê xwendekar serî li dersa bijarde didin. Heta 9'ê vê mehê xwendekarên polen 5, 6, 7 û 8'an dikarin dersa Kurmancî Kirmanckî ango Zazakî bibijêrin. Daxwaziya zimanzanan ew e ku zimanê Kurdî jî wekî zimanê perwerdehiyê were qebûlkirin û hemû ders ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi Kurdî werin dayîn. Pisporên perwerdehiyê amaje dikin ku bijartina dersa Kurdî dê rêya tayînkirina mamosteyên Kurdî jî veke.
K24