HSD li ser daxwaza ENKSê çarenivîsa kesên winda aşkere dike
Fermandariya Giştî ya HSDê b îro Înê 10ê Çileya 2020 di daxuyaniyekê de diyar kir, tevî hemû zehmetiyan, komîteya lêkolînê bo diyarkirina çarenivîsa girtiyan û kesên windayî karî bigihe hin encaman û derbarê wan kesan de hin zanyarî bi dest xistine.
Di daxuyaniya HSDê de tê gotin, ku ji wan 10 kesên ku ENKSê navên wan dabûne HSDê, 8 ji wan beriya avakirina Rêveberiya Xweser û di dema aloziyan, kontrolkirina navçeyan û belavbûna şaneyên terorîstî û istixbaratî li herêmê de wenda bûne.
Bi gotina HSDê, li gor encamên destpêkê yê komîteya lêkolînê, Cemîm Omer endamê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Qamişlo ji aliyê Saziya Asayişê ya girêdayî hikûmeta navendî ya Sûriyê ve hatiye revandin.
HSD herwiha berpirsatiya xwe di ber du kesên bi navê Emîr Hamid û Fuad Îbrahîm de qebûl kiriye û gotiye, hêj lêkolîn derbarê kesên ku ew herdu kes revandine berdewam in û dê lêpirsîn bi wan kesan re bê kirin.
HSDê herwiha diyar kiriye, komîteya wan di derbarê çarenivîsa Behzad Dûrsin û Nîdal Osman de negihîştiye ti zanyariyekê, lê belê amaje bi wê yekê daye, ku herdu kes “li naveyên di jêr desthilata Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de winda bûne” û tekez dike, “ew yek jî berpirsyariya asayî û kargêrî li ser wan hêzan û hêzên ewlehiyê Asayiş çê dike û berdewamiya lêkolînan ji bo aşkerekirina çarenivîsa wan kesan, berpirsyariya yasayî û erkek e ku dikeve ser milên hêzên me.”
Fermandariya Giştî ya HSDê herwiha amaje bi windayiyên li Efrînê dike û dibêje, ji xwe komîteya wan nikare li Efrînê karê şopandinê ji bo lêkolînkirina ji çarenivîsa kesên winda bike û diyar kiriye, ew yek ji ber dagîrkariya li ser herêmê û rewşa wê ya niha ye.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku ew wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştrast in ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê, Efrîn, Kobanî û Cezîrê bi giştî 3268 kes wenda bûne, ku 544 kes jî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û 2368 kes jî ji aliyê grûpên çekdar ên Opozîsyona Sûriyê ve hatine revandin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk dibêje, ku ew bi “erkên xwe yên exlaqî û yasayî” dibînin ku di derbarê kesên wenda de kar bikin û destnîşan kiriye, wê yekê pêwîstî bi “karekî hevbeş ê hemû aliyan û bi hûrgilî” heye.
Fermandariya Giştî ya HSDê herwiha tekez kiriye, ji berpirsatiya yasayî ya saziyên Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê ye ku dosyeyên kesên winda bişopîne heya ku digihe encamên pêwîst.
RÛDAW