Brîtanyayê ji hemwelatiyên xwe daxwaz kir serdana Îranê nekin

Wezareta derve ya Brîtanîyayê daxwaz ji hemwelatîyên xwe kir serdana Îranê nekin.

Îro 10/01/2020 wezîrê derve yê Brîtanîyayê, Domînîc Raab ragehand, li berçav girtina egera kevtina balefira Ukraynayê bi mûşeka Îranî û ew metirsîyên ku hene, daxwaz ji tevaya hevwelatîyên Brîtanîyayê dikîn, serdana Îranê nekin.

Roja Çarşema borî balefirekî Ukraynayê ya cureya Boing piştî ji balefirgeha Îmam Xumeynî li Tehranê rabû û piştî demekî kurt li esman agir girtê û tevaya geştyarên di nav de canê xwe ji dest dan.

Welatên Rojava di wê bawerîyê de ne ku ew balefir bi mûşeka Îranê ketiye xwarê, lê Îran vê yekê red dike û sedema wê yekê bo pirsgirêka teknîkî vedigerîne.

Herweha wezareta derve ya Brîtanîyayê daxwaz ji şîrketên balefirvaniyê kirîye ku geştan bo Îranê nekin.

BasNews