Baregayê Barzanî pîrozbahî li Kakeyiyan dike
Baregayê Barzanî bi boneya cejna sê şêvî ya yaran, pîrozbahî li peyrevên ola Kakeyî li Kurdistanê kir.
Daxuyaniya pîrozbahiya Baregayê Barzanî waha ye:
Baregayê Barzanî cejna Qeweltas li xwîşk û birayên kakeyî pîroz dike.
Bi boneya cejna sê şevî Yaran (Qeweltas) pîrozbahiyekî germ li xwîşk û birayên kakeyî (Yarsan) dikin û hêvîdarim cejna we bi aramî û xweşî derbas bikin.
Wek hercar rêz û pêzanînên me bo xebat û rola netewî û niştimanperwerî yên xwîşk û birayên kakayî heye û ev aramî û pêkvejiyana pêkhateyên gelê me, berhema xebat û tekoşîna me ya hevbeş û parastina wê pêkvejiyana aştiyane jî erkê herî serekî yê li pêş me hemûyan e.
Berdewam di cejn û xweşiyê de bin.
Baregayê Barzanî
10.01.2020