Mesrûr Barzanî: Hewlên Kurdistanê ji bo aramkirina rewşa navçeyê berdewam dibin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewleta Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur Andrew Murrison di pêwendiyeke telefonî de rewş û pêşhatên herî dawî li navçeyê gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, di vê pêwendiya telefonî de ku êvara duh Çarşemê hat encamdan, Wezîrê Dewleta Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur Andrew Murrison, spasiya hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo aramkirina aloziyên li navçeyê kir.
Herwiha herdu alî tekezî li ser wê yekê kirin, ku pêwîst e rewş bê aramkirin.
Wezîrê Brîtanî, Andrew Murrison di vê pêwendiya telefonî de tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi istiqrar û serweriya Iraqê kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî diyar kiriye, ku istiqrar û pêşkevtina Herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraqê û civaka navdewletî de ye û tekezî li parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kiriye.
Mesrûr Barzanî herwiha hêvî kiriye, ku hikûmeta federal a Iraqê rêzê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigire.
RÛDAW