HSDê bo vegerandina hinek deverên Serê Kaniyê dest bi operasyonê kir
Peyamnêra Rûdawê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ragihand ku, îro Çarşemê, ji demjimêr 19:00ê ve, bi dema Qamişlo, Hêzên Sûriyeya Demokraîtk, li herêma navbera Til Temir û Serê Kaniyê, dest bi operasyonekê kiriye.
Li gorî zanyariyên xwecihî, mebest ji wê operasyonê vegerandina wan gund û navçeyan e, ku hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê li wan navçeyan kontrol kiribûn, bi taybetî yên nêzîkî Rêya M-4.
Peyamnêra Rûdawê ragihand ku hêzên HSDê gundê Menax, ku dikeve navbera Til Temir û Serê Kaniyê ji destê hêzên çekdar derxistiye û kontrol kiriye.
Her li gorî zanyariyan jî, hêzên HSDê bi tena xwe, bi bêyî beşdarbûna hêzên hikûmetê, wî şerî dikin.
Tê zanîn ku gundê Menax berî niha ketibû jêr destê grûpên çekdar ên opozisyonê yên ser bi Tirkiyê.
RÛDAW