Çavûşoglu bo Îran û Amerîka îro diçe Bexdayê
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ji ber aloziyên navbera Îran û Amerîka diçe Bexdayê.
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandiye, Wezîrê Derve Mevlût Çavûşoglu dê îro serdana Bexdayê bike û bi rayedarên Iraqî re li ser çawaniya kêmkirina aloziyên navbera Îran û Amerîka gotûbêj bike.
Çavûşoglu duhî jî bi telefonê bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf re peyivîbû.
BasNews