Sê serokatiyên Kurdistanê û serokên partiyan pêşhatên dawîn gotûbêj kirin
Her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û serokên partiyên siyasî, îro li Hewlêra paytext, derbarê dawîn pêşhatên li navçeyê kombûnek encam da û piştî kombûnê daxuyaniyek hat belavkirin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirinî, her di kombûna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê de, dawîn pêşhatên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û navçeyê hatin hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê nîgeraniyên xwe yên kur derbarê pêşhatên dawîn de derbirîne di demeke metirsiya teror berfireh bûye û gefa rasterast li ser Herêma Kurdistanê, Iraqê û navçeyeyê heye.
Herwiha di daxuyaniya xwe de her sê serokatiyan li ser pêşhatên îro, amaje bi wê kirine, “Rêkarên serbazî bi ti şêweyekê kêşeyan çareser nakin. Herêma Kurdistanê li gel aramkirina rewşê, diyalog û çareseriya dîplomatîk a kêşeyan û seqamgiriyê ye. Em daxwaz ji hemû aliyan dikin Herêma Kurdistanê ji milmilaneyan dûr bigirin.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Herêma Kurdistanê, piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî ye li Iraq û Herêma Kurdistanê bo berdewamiya berengarbûna teror û rûbirûbûnan bi pêwîstî dizanin. Bi taybetî ku di çend mehên derbasbûyî de tevger û kiryarên terorîstan zêde bûne. Ji ber wê yekê daxwaz dikin civaka navdewletî bi ti şêweyekê rê nede ku teror serî hilde.”
RÛDAW