Mesrûr Barzanî: Ya ji destê me bê em dê bikin ji bo Kurdistan parastî bimîne
Mesrûr Bazranî, di konferanseke rojnamevaniyê de, derbarê rewşa Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê de, ameje bi dawîn rûdanan kir û got, “Em bi nîgeranî li wan rûdanên li navçeyê dinêrin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew alozî û tundtûjiya li navçeyê heye, hewayekî ne aram û ne seqamgir bo navçeyê pêk aniye. Hemû hewlekê didin, ew a di şiyana me de ye û tişta em dikarin me kiriye û dikin, bo ku li gel hemû aliyan rewşê ber bi aramiyê ve bibin û aramî û seqamgirî vegere navçeyê.”
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha dibêje, “Lêbelê erkê herî li pêş me, parastina Herêma Kurdistan û xelkê Herêma Kurdistanê ye. Hemû hewlekê jî didin bo ku Herêma Kurdistanê têkilî wan kêşeyan nebe û ew alozî û tundûtujî ber bi dawîbûnê ve biçin.”
Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de xelkê Herêma Kurdistanê piştrast jî dike ku tişta dikarin dikin û li gel hemû aliyan jî di peywndiya berdewam de dibin û dibêje, “Dixwazim xelkê Herêma Kurdistanê dilniya bikim, ya ku di şiyana me de be em dê bikin bo ku Kurdistan her parastî bimîne.”
RÛDAW