5 Kurd qurbaniyên ketina firokeya Ukraynî bûn
Di bûyera ketina firokeya Ukraynayê li Tehranê de, 5 welatiyên Kurd jî canê xwe jidest dan.
Firokeyeke Ukraynayê îro li nêzîkî bajarê Tehranê kete xwarê û tevahiya rêwiyên tê de bûn, ku 176 kes bûn canê xwe jidest dan.
Li gor zanyariyên K24ê, 5 welatiyên Kurd ên bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê di wê firokeyê de bûn û canê xwe jidest dan.
Navên welatiyên Kurd ên canê xwe jidest dane Serwe Pesawend, Sinûr Porqadirî, Evîn Erselanî, Hîwa Mewlanî û Kordiya Mewlanî ne.
K24
S. B