Serok Barzanî: Nabe welat tûşî şerê bi wekalet were kirin
Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê (07.01.2020) derbarê geşedanên vê dawiyê yên li Iraq û herêmê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku rewşeke metirsîdar li navçeyê û Iraqê derketiye holê.
Di daxuyaniyê de Mesûd Barzanî dibêje: “Di heyama ev çend rojên derbasbûyî de rewşeke gelek metirsîdar li navçe û Iraqê derketiye holê û ji hemû aliyan ve hest bi metirsiyeke mezin tê kirin. Di vê rewşê de pêwîstî ji bo peydakirina çareseriyê, li guhdana aqil û mantiq heye, neku li dûvketina dirûşm û nîqaşên bêsûd.”
Serok Barzanî herwiha got: “Niha rewş gelek aloz e, û ji bo vê yekê divê hemû aliyên vî xelkî ku hest bi berpirsiyariyê dikin, bi aqil û hîkmetê çareseriyeke guncaw peyda bike ku di xizmeta herkesî de be.”
Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsan amadekariyê bikin û got: “Eger pêwîstî ji bo peydakirina çareseriyê hebe em dê kêmasiyê nekin, lê divê welat tûşî şerê bi wekalet û çarenivîseke nediyar neyê kirin.”
RÛDAW