top of page

Demirtaş îro li ser doza serekî tê darizandin

Doza serekî ya Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş a ku jê hatiye berdan, îro li 19emîn ‎Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê tê dîtin. Tê çaverêkirin ku Demirtaş bi rêya sîstema SEGBÎSê beşdarî ‎dozê bibe. ‎

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HDPê ragihandiye, civîna dadgehê saet 10:00 li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê û li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin.

HDPê daye xuyakirin, ku rûniştina vê carê ya dadgehê dê 3 rojan bidome.

Tê çaverêkirin ku Demirtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrne, ‎bi Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bibe. ‎

Li gor daxuyaniya HDPê, Cîgirê Serokê Fraksyona HDPê li parlamentoya Tirkiyê Mithat Sancar û parlamenterên wê partiyê Mehmet Ruştu Tiryaki, Zuleyha Gulum, Murat Çepnî û Zeynel Ozel tevî hejmarek rêveber û rayedarên partiyê civîna îro ya dadgehê dişopînin.

Di dozê de, ji Demirtaş re bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kiriye” û “Pesnê tawan û tawanbar daye” ‎‎142 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Doza ku li Amedê hatibû vekirin, bi hinceta “Ewlekariyê” bo Enqerê ‎hatiye veguhestin. ‎

Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve ji ber vê dozê girtiye û di danişîna 2ê Îlona 2019an de, derbarê wî de ‎biryara berdanê hat dayîn. Lê Demirtaş nehat bedan û hê jî girtî ye.‎

K24

bottom of page