top of page

Cotkarên Serê Kaniyê ji milkên xwe bêpar man

Li Rojavayê Kurdistanê cotkarên Serê Kaniyê û Girê Spî ji milkên xwe bêpar mane û niha milkên wan di destê artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de ne.

Grûpên çekdar piştî ku Girêspî û Serê Kaniyê talan kirin, 3 hezar tonên pembo, 43 hezar tonên genim, 34 hezar tonên ceh û 2 hezar û 500 tonên semadê dizîn û talan kirin.

Yek ji cotkaran dibêje, derdora 8 hezar donimên zeviyên malbata wî ketine destê grûpên çekdar û ew jî niha li Dirbêsiyê koçber in.

Xwediyê erde Mezher Etiya temenê xwe di çandiniyê de derbas kiriye, lê niha bêkar e.

Mezher Etiya di 40 saliya xwe de bi neçarî milk û mala xwe li Serê Kaniyê bi cî hişt û niha li Dirbêsiyê dijî. Ew dibêje: “Erdê me ji kalikê me maye û bavê me daye me. Karê me ew bû. 8 heya 9 hezar donime malbata me hene, niha di destê çekdaran de ne û wan ji xwe re çandine.”

Şeş milyon û 190 hezar donim erdê çandiniyê, piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, li Girê Spî û Serê Kaniyê ket bin kontrola çekdarên ser bi wî welatî ve, û niha xwediyên wê ji samanên xwe bê par mane. Ji bilî erdan jî bi hezaran ton , berhem û dermanên çandiniyê jî ji nav çûn.

Hevserokê Desteya Çandiniya Qamişlo Ehmed Silêman jî got: “Derdora 3 hezar ton pempo hate talankirin. Herwiha 42 hezar ton genim , 33 hezar ton ceh û 2500 semed hate talankirin.”

Li gorî amarên Desteya Çandiniyê li Rêveberiya Xweser, çekdarên ser bi Tirkiyê ve, destdanîne ser 7 saylo, 131 kargeh û 7 navendên veçirandina pembo , ku bi awayekî rasterast ziyan gihandiye aboriya Rojavayê Kurdistanê.

RÛDAW

bottom of page